Nûnera “PADÊ” Evîn Emîn: Divê komgor werin vekirin û statuya Şengalê were dayîn

Ji bo bîranîna Şehîdên fermana Şengalê, Rêxistina Niwêger merasîmek li dar xist. Şêniyên Mexmûrê jî di merasîma bibîranînê de anî zimên ku ev komkujî, hovîtiyeke her mezin bû. Her wiha Saziyên Civaka Kurd ên Êzidî yên Ermenistanê bang li Kurdan kir ku bibin yek û xwedî li Şengalê derkevin.

Ji bo bibîranîna Şehîdên Şengalê yên Fermana 3 Tebaxa 2014an, Rêkixrawa Niwêger merasîmek li Sekoy Azadî ya Silêmaniyê li dar xist

Nûnera Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ya Silêmaniyê Evîn Emîn di merasîmê de bang li hikûmeta Başûrê Kurdistan, hikûmeta Îraqî û civaka navneteweyî kir ku:

“Komgorên Êzidiyan werin vekirin, çeteyên DAIŞ’ê werin dadgehkirin û statuya Şengalê were dayîn”

Rêxistina Metro û CDO: Divê komkujiya Şengalê weke qirkirin were naskirin

Li baxçeyê avahiya CDO jî merîsîm hat lidarxistin.

Tê de li ser navê Rêxistina Metro û CDO’yê, Rehman Xerîb anî zimên:

“Erka me tevan e ku fermanê bi bîr bînin.

Divê fermana Şengalê weke qirkirin, were naskirin.

Şêniyên Mexmûrê jî li Saziya Malbatên Şehîdan, bi daxuyaniyekê Fermana Şengalê şermezar kir û şehîdên Fermanê bi bîr anî.

Fedîle Tok: Hovîtiya xedar li ber çavên dinyayê hat pêkanîn, kesî jî dengê xwe nekir

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fedîle Tok daxuyanî xwend û got:

“Tiştê bi serê civaka Şengalê de hatî, hovîtiyeke herî mezin bû.

Hovîtiya xedar li ber çavên dinyayê hate pêkanîn û kesekî dengê xwe nekir.”

Ji aliyê xwe ve, Saziyên Civaka Kurd ên Êzidî yên Ermenistanê li Parka Gilover a Êrîvanê komkujî şermezar û Şehîdên Fermanê bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de, daxuyaniyek bi zimanê Ermenî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku:

“Çawa ku dewleta Tirk sala 1915’an li dijî gelê Ermen ferman pêk anî, 2014’an bi heman hişmendiyê li Şengalê ferman pêk anî.

“Bi fikir û felsefa Rêber Ocalan, civaka Şengalê îro xwe bi rêxistin dike û bi şervanên azadiyê tola jin û zarokan hat hildan.”

Saziyên Civaka Kurd ên Êzidî yên Ermenistanê: Divê Kurd bibin yek, hêza xwe mezin bikin û xwedî li Şengalê derkevin

Di daxuyaniyê de her wiha bang li Kurdan hat kirin ku:

“Divê Kurd bibin yek, hêza xwe mezin bikin û xwedî li Şengalê derkevin.”

Back to top button