Dewleta Tirk 5 girtiyên ku bi Corona ketine derman nake

Dewleta Tirk girtiyên siyasî ku bi coronayê ketine ji mirinê re hiştiye û li Girtîgeha Mersînê 5 girtiyên siyasî bi koronayê ketine, lê belê nayên dermankirin.

Rêveberê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban ku di niha di girtîgeha navçeya Tarsusê ya Mersînê de ye, roja 3’ê Tîrmehê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî.

Îsmaîl Çoban diyar kir, tevî diyar bû ku li girtigeha wan 5 kes bi coronayê ketine jî, lê belê ew girtî nayên dermankirin.

Çoban ji malbata xwe re ragihand ku rewşa tenduristiyê ya girtiyan nebaş e û got:

“Hevalên me 14 roj in ji bo jiyanê li ber xwe didin, lê belê tiştek ji bo wan nayê kirin.

Tenduristiya me di rewşeke metirsîdar de ye.

Dibe ku em nikaribin careke din bi telefonê jî biaxivin.”

Back to top button