Fermandariya YBŞ: Em rê danin ti hêz û dewletan ku Fermaneke din li dijî me pêk bînin

Şervanên YBŞ’ê bi boneya Salvegera 6. a Fermana Şengalê û ji bo bibîranîna şehîdên fermanê, merasîmeke leşkerî pêk anî.

Merasîm bi silavkirina Şehîdan dest pê kir û li ser navê Fermandariya YBŞ’ê, Fermandar Xelîl Ereb axivî û got:

“Fermana 3 Tebaxê ya ku li dijî civaka Êzidî pêk hatibû, li dijî pêkhateyên din ên cîran jî bû.

Armanca vê Fermanê, tunekirina gelên jimarkêm bû, lewre ji bo parastina vê xakê, em tevlî YBŞ’ê bûn.”

Xelîl Ereb her wiha da zanîn ku ew ti carî rê nadin ti hêz, kes û dewletan ku Fermaneke din li dijî Êzidiyan pêk bînin û teqez kir ku armanca YBŞ’ê, xurtkirina neteweya demokratîk û aramkirina herêmê ye.

Fermandar Xelîl Ereb di dawiyê de bang li keç û xortên Ereb û Êzidiyan kir ku tevlî parastina xaka xwe bibin.

Back to top button