Li parêzgeha Urmiyê kolberk hat kuştin

Hêzên rejîma Îranê careke din êrîşî kolberan kir û di encamê de, kolberk hat kuştin.

Li gorî agahiyan, li herêma Selmas a bi ser parêzgeha Urmiye ve, hêzên rejîma Îranê êrîşî komeke kolberan kir.

Di emcamê de, kolberê bi navê Ferzad Sedunzade yê xelkê gundê Kuzereş yê parêzgeha Urmiyê, ku bavê 3 zarokan bû, hatiye kuştin.

Hefteya borî jî, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, 2 kolber hatibûn birîndarkirin.

Back to top button