Polîsek Iraqî ji hêla DAIŞ’ê ve hat kuştin

Li Başûrê parêzgeha Kerkukê polîsekî Iraqî ji hêla DAIŞ’ê ve, hat kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Almanî ku agahiyên xwe spartine çavkaniyek leşkerî, “îro çeteyên DAIŞ’ê êrîşek li ser bendeke ewlehiyê li navçeya Elreşad a li parêzgeha Kerkûkê, pêk anî.

Di encamê de, polîsek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn”.

Di heman demê de, operasyonên li dijî DAIŞ’ê li dar in û herî dawî 16 çeteyên DAIŞ’ê li cihên cuda, hatin kuştin.

Back to top button