
Xelkê Şengalê bi dirûşma “Em hemî Asayîş in” li dijî peymana PDK-Bexda meşeke girseyî li dar xist.
Şengaliyan di meşê de bênavber dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî berxwedana Asayîşê” qîr kir.
Meş, li pêşiya konê çalakiya “destekdayîna Asayîşê” bi dawî bû.
Piştre, Cigîrê Hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Ibrahîm destnîşan kir ku, Êzidî wê ti caran nehêlin kes nêzî destkeftiyên wan bibin.
Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê teqez ku ew ê heta dawî li dijî plan û êrîşan li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin.
Çalakiya konê destekdayîna Asayîşê hêj li dar e.