Heleb-Ji ber dorpêça hikumeta Şamê xebatên binesaziyê jî sekinîn

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hişyarî li ser rawestandina xebatên sererastkirina binesaziyên li her du taxan da û got ew yek gefan li aştiya giştî dixwe.

Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê yên li têketin û derketinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji zêdetirî 20 rojan ve nahêlin madeyên serersatkirina kanalîzasyonê derbasî her du taxan bibin.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Aştiya Giştî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hisên Ehmed ev tişt anî ziman:

“Gelek proje ji ber pêwîstiya bi madeyên guncaw ên sererastkirina binesaziyan hatine sekinandin; boriyên kanalîzasyonê, madeyên sereke mîna çîmento û hesin.

Di binesaziyan de tevliheviya avakirinê heye, bi taybet di torên kanalîzasyonan de.

Ev av dibe ku biherike nava jêrzemînên avahiyan û bi xwe re birizîne û avahiyan daxe.”

Ehmed bang kir ku dorpêç bê bi dawîkirin û şaredarî bi lezgînî destwerdanê bike, kavilan rake û avahiyan keşf bike.

Back to top button