Ji ber êrişan kehrebe li gundewarê Eyn Îsa qut bû

Artêşa Tirk a dagirker doh careke din gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir.
Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Fatsayê de, kehrebe ji ser bajarokê Hîşeyê qut bû.

Duh dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li gundê Şirgirakê ê li kêleka M4, gundê Fatsa yê 8 kîlometreyan dikeve rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encamê de ziyan gihaştin malên bajarokê Hîşê û kablên kehrebeyê yên bajarokê Hîşe qut bû.

Ji ber çeteyên artêşa dagirker yekser ekîbên awarte jî dikin hedef, ew jî nikarin biçin ziyanan sererast bikin

Back to top button