Ji Amerîka bo bazirganiya petrol û petrokîmya ya Îranê cezayên nû

Di demeke ku çav li vegera danûstaninên peymana nukleerî ya Îranê ye, ji Amerîka gavên cuda derket.
Di armanca Amerîka de, cezayên li ser petrol û petrokîmya ya Îranê heye.
Waşîngtonê ragihand ku wan ceza li ser tora bazirganiyê ya Îran bo Rojhilatê Asyayê dikin sepandine.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tole li ser tora bazirganiya neft û petrokîmya ya Îranê sepand.

Di daxuyaniya Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî (OFAC) a girêdayî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da hat destnîşankirin ku li ser kes û saziyên ku biryar dane di firotina neft û berhemên petrokîmyayê yên Îranê de alîkariya wê bikin hatiye sepandin.

Taybet ev welatên ku qala wan tê kirin jî yên li Rojhilatê Asyayê ne.

Her wiha got, biryara sizakirina îro ya rêveberiya Amerîkayê beriya niha di 16’ê Hezîranê de hatibû ragihandin.

Di nava şirketên ceza li ser wan hatine ferzkirin de yên Îran, Îmarat û Hong Kong di nava de cih digrin.

Ev şirket ji bo bazirganiyeke bi sedmîlyonan dolar bo rojhilatê Asya li Kendavê hatibûn avakirin.

Musteşarê Wezareta Xezîneyê ya Terorîzm û Îstixbarata Malî Brian E. Nelson di daxuyaniyekê de got;

“Dema ku Amerîka bi gihandina peymana ligel Îranê ji bo misogerkirina lihevkirina dualî bi Plana Berfireh a Çalakiya Hevbeş de, em ê li ser bikaranîna hemû hêza xwe ji bo sepandina cezayên bo firotina neft û berhemên petrokîmyayî yên Îranê dewam bin.”

Ceza, sermayeyên kes û rêxistinan a li Amerîkayê dicemidîne û rê nayê dayîn ku sûd ji vê yekê were girtin.

Ev ceza rastî wê yekê hatin ku di nava demên dawiyê de, Amerîka ji bo vegera li peymana nukleerî astengiyan derdixe.

Back to top button