64 jê çeteyên Boko Haram nêzî 900 girtî ji zindana Abuja reviyan

Li Nîjerya lewaziya di qada ewlekariyê de, metirsiya li ser welat zêde dike.
Ji zindana Kuja ya hema kêmekî ji derveyî patext Abuja êrişek pêk hat.
Piştî vê nêzî 900 girtiyan reviyan.
Hate ragiahndin ku ji girtiyan 443 kes careke din hatine girtin û 400 jî hîna ji derve ne.

Komeke çekdarên nenas avêtin ser Girtîgeha Kuje, ku li derveyî paytexta Nîjerya Abuja yê.

Di dema serdegirtinê de şerek dijwar rûda.

Hate ragihandin ku nêzî 900 girtî ji girtîgehê reviyane.

Rayedaran diyar kirin ku di şer de 4 girtî, cerdevanek û gelek êrîşkar hatine kuştin û 16 kes jî birîndar bûne.

443 girtiyên fîrar kirî hatin girtin

Rayedaran diyar kirin ku dema êrîş pêk hat li girtîgehê nêzî hezar girtî hebûn.

Di serdegirtinê de hema bêje hemû girtî reviyan.

Piştre 443 kes hatin girtin, 400 girtî jî hîna ji derve ne.

Wezîrê Parastinê yê Nîjeryayê Beşîr Magaşî daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku 64 girtiyên rêxistina terorê Boko Haram reviyane û wiha got,

“Ji vana yek jî di girtîgehê de nîne, hemû reviyan e.”

Şahidên bûyerê ragihandin ku li qada girtîgehê dengên gelek teqîn û çekan hatine bihîstin.

Li aliyê din ji sala 2020’an ve bêtirî 5 hezar girtî li Nîjeryayê reviyane.

Nîjerya nêzî 10 salin, ji ber êrişên komên çete di nava bêaramiyê de ye.

Nîjerya bi nifûsa xwe ya 200 mîlyonî yek ji welatên herî mezin yên parzemîna Afrîka ye.

Back to top button