Derbarê parlementrê serbixwe Ehmed Şik fezleke hate amadekirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, der barê parlementerê Stenbolê Ahmet Şik de giliname hate amadekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê parlementerê serbixwe yê Stenbolê Ahmet Şik de fezleke amade kir.

Serdozgeriyê fezleke, bi hinceta ku Parlamenter Ahmet Şik li dij qeyûmê zanîngeha Stenbolê banga derketina kolana kiriye amade kir.

8 kes li Enqereyê ji ber daliqandina afîşên 1’ê Gulanê hatin binçavkirin

Li Enqereyê jî, 8 endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) dema ku afîşên 1’ê Gulanê darve dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li navçeya Çelê ya colemêrgê jî, di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.

Back to top button