“Divê qada ezmanî li hemberî êrişên dewleta Tirk bê giritn”

Meclisa Firatê ya Dêrazorê komkujiya Şengalê şermezar kir û bang kir ku qada ezmanî ya herêmê li pêş êrişên delweta Tirk bê girtin.

Meclisa Firatê ya rojhilatê Dêrazorê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Bi dehan endamên Meclisê, endamên saziyên sivîl û gelek rûspî û şêxên eşîran tev li daxuyaniyê bûn.

Meclisê di daxuyaniyê xwe de komkujiya Şengalê ya ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî pêk hat, şermezar kir.

Her wiha Meclisê gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca dagirkirina xaka Sûriyê red kir.

Meclisê pişgirtiya xwe bi hêzên Sûriya Demokratîk anî ziman û diyar kir li dijî dagirkeran ew ê li rex hêzên xwe bisekinin.

Di dawiyê de, Meclisê bang rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin û qada ezmanî ya herêmê li pêş balafiran bigirin.

Back to top button