Dagirker êrişên xwe yên li ser Zirgan û Tiltemir didomîne

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Zirgan û Tiltemir didomîne. Di encama êrişa îro de jî avahiya Şaredariya Gel a navçeya Zirganê hat topbarankirin û gelek ziyanên madî çêbûn. Her wiha dewleta Tirk gundên navçeya Şeraya Efrînê ya dagirkirî jî da ber topan..

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 21 û 22ê Kanunê ve bi dijwarî êrişî herêmên Til Temir û Zirganê dike û di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 14 jî birîndar bûn.

Di van êrişan de, qaşo hêzên Rûsî û rêjîmê jî li herêmê ne û bi dewleta Tirk re peymana agirbestê îmze kirine, 3 leşkerên rêjîmê birîndar bûn..

Aliyên garantor jî heta roja îro dengê xwe dernexistine û weke ku êriş çênabin tevdigerin..

Dewleta Tirk û çeteyên wê, di 30 Kanûnê de jî zêdetirî 10 gundên Zirgan û Til Temirê kir hedef û ji baregehên li rojhilatê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, 50 topên hewanê avêtin van deveran..

Navenda şaredariya Gel a Zirganê bû hedefa dagirkeran

Navenda navçeya Zirgan û gundên El-Esediye, Xedrawî, Dede Ebdel û Bisîs, Niwêhat û gundê Til El-Werd ên navçeyê hedefa dagirkeran bûn..

Mizgefta mezin a Zirganê jî dema ku şênî ji bo nimêjê kom bûbûn hat topbarankirin û di encamê de birîndar hebûn…

Di vê êrişê de jî welatiyên bi navên Cewahêr El-Nehar û xwişka wê Cemîla Mûsa El-Nehar, zarokê 2 salî Elam Elî El-Îsa şehîd bûn..

Îro careke din navçeya Zirganê hat topbaran kirin…

Bi taybet gundên El-Esediyê û El-Xidêr yên li bakurê navenda navçeyê hatin topbarankirin..

Her wiha dewleta Tirk û çeteyên wê, di heman êrişê de navenda şaredariya Zirganê û navenda hêzên ewlekariya hindirîn jî kir hedef û di encamê de gelek zirarên madî li avahiyê û derdorê bûn..

Dagirkeran gundên Şera ya Efrînê topbaran kir

Li aliyê din, êrişên li ser hêrêma Şehba û Şêra ya Efrîna dagirkirî jî dewam dikin..

Dagirkeran gundên Merenaz, Şewarxa û Kela Şewarxa yên navçeya Şera bi obîsan da ber topan.

Doh jî artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Kefer-Anton, Elqemiyê û Merenazê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.

Di heman demê de balafirgeha Minix û gundê Minixê yên Şehbayê jî bi dijwarî hatin topbaran kirin.

Back to top button