Aartêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de jin, zarok, mal û perestgehan her tiştî dike hedef. Welatiyên li herêmê ku dibin êrişên vê dagirkeriyê de ne, hêrsa xwe tînin ziman…
Şêniyên Zirganê li ser van êrişan gotin: Ew ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk her bisekirin û dest ji warên xwe bernedin.
Aartêşa Tirk a dagirker êrişî navçeyên Zirgan û Til Temirê kir û komkujî pêk anîn.
Şêniyên bajarokê Zirganê têkildarî êrişên dawî yên artêşa Tirk ji ajansa Hewarê re axivîn.
Ehmed Hemîd got: “Em li ser hedefgirtina mizgeftê matmayî man ku di encamê de welatiyekî nimêj dikir birîndar bû.”
“Heta zarok, jin, mizgeft, malên sivîlan û sewal ji sûcên dagirkeran nefilitîn.
Ew kesên navên misilmanan li xwe dikin dûrî ol û exlaq in.”
Hemîd anî ziman ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in û ew dest ji axa xwe bernadin û got, “Tu kes nikare vîna me têk bibe.”
Dapîra Delê jî dibêje: Dema bombebaran zêde bû ez gelek tirsiyam, ez li quncikekî xanî rûniştim û topbaranê dest pê kir.
“Me û hêzên me zirar negihand ti kesî, lê dagirker bê sedem êrişî me dikin.
Sewalên min jî, ji êrişan bê par neman û zirarek mezin gihaşt wan.”
Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Simo jî da zanîn mehên dawî de artêşa Tirk asta êrişan li ser herêmê zêde kiriye û gundên welatî lê hene, hedef digire.
Salih Simo bang li dewletên garantor “Rûsya û Amerîka” û rêxistinên hiquqî û mirovî kir ku bi erka xwe rabin û dawî li êrişên dewleta Tirk bînin.