HPG: Li Heftenîn û Mêrdînê 3 leşekrên Tirk hatin kuştin

Dagirkeriya dewleta tirk li pêşberî derbên gerîla ji hev dikevin. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Heftanîn û Mêrdînê li dijî artêşa Tirk çalakiyên sabotajê kirin. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên li herêma Heftenîn û Mêrdînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanê ya ku li herêma Heftanînê didome de, 12’ê Nîsanê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li Girê Konferansa Mezin bi cih bûne çalakiyeke sabotajê kirin.

Di çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin.

Artêşa Tirk ya dagirker li qada Şehîd Merwan a li herêma Bagokê ya Mêrdînê kemînên foto danîne û hewl dane ku qadê kontrol bikin.

Gerîllayan jî qadên kemînên foto lê danîne demeke dirêj kontrol kirine û 6’ê Nîsanê yekîneyeke dijmin ku ketî qadê kir hedef.

Di çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatine kuştin, 2 jê birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa dagirker leşkerên mirî û birîndar bi Skorskyê ji qadê dûr xistine.

HPG’ê ragihand ku gerîlayên çalakî pêk anîne, bi awayekî serkeftî gihane cihên xwe.

HPG: Li zînî wertê di êrîşa hewayî de 3 gerîla şehîd bûn

HPG’ê li ser êrîşa hewayî ya li dijî qada Zînî Wertê ya Qendîlê jî ev agahî da.

15’ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker li dijî qada Zînî Wertê ya Karoxê ya li herêma Qendîlê êrîşek pêk anî.

Di encamê de, 3 gerîla şehîd bûn.

HPG’ê dazanîn ku wê nasnameya gerîlayên şehîd di nava rojên pêş de jî bi raya giştî re parve bike.

Back to top button