Çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi darên zeytûnê yên gundê Qasimiye yê dagirkirî yê Bakur, Rojavayê navçeya Til Temirê dixin
Li gor nûçegihanê ANHA’ê, ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gund dagir kiriye, malên gundiyan wêran kirin û dizîn.
Ji wêneyan, malên wêranbûyî ku heta derî û pencereyên wê hatine dizîn xuya dibin.
Her wiha di dîmenê de, komeke çeteyan xuya dibin ku agir bi darên zeytûnê yên gund dixin.