“Em nahêlin dewleta Tirk DAIŞ′ê zindî bike”

Şêniyên Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk bi armanca ku DAIŞ′ê zindî bike êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine.

Têkildarî mijarê, welatiya bi navê Sebah Ebdullah El Elî tekez kir ku ew ê derfetê nedin ku DAIŞ′ê ji nû ve zindî bibe..

Sebah têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ′ê ya li dijî Reqayê jî wiha got :

“Ew kirkyarekî terorîst e.

Dewleta Tirk şaneyên xwe ji bo tevliheviyê çêke û îstîqrara herêmê bin pê bike bi kar tîne.

Lê em nahêlin ev yek pêk bê û em ê heta dawî li ber xwe bidin.”

Hesen El Hisên jî wiha got:

“Piştî dewleta tirk di plana xwe ya şikandina vîna gelê de bi bin ket, rêbazeke din bi kar anî.

Ew jî hedefgirtina gel bi rêya zindîkirina çeteyên DAIŞ′ê ye.

Em nahêlin dewleta Tirk planên xwe yên qirêj ên zindîkirina DAIŞ′ê li herêmê pêk bîne ..”

Back to top button