Paşînyan Piştî zextên dem dirêj wê di Nîsanê de îstifa bike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragihand ku ji bo li welat hilbijartina pêşwext ya parlementoyê pêk were, ewê di Nîsanê de îstifa bike.

Nîkol Paşînyan di dema serdana xwe ya li herêma Armavîn de li ser dema îstifaya xwe agahî da.

Paşînyan anî ziman ku wê di Nîsanê de îstifa bike û sedemê vê yekê jî wiha şîrove kir:

Ev ne ji bo ku ez ji ser deshilatdariyê biçime.

Lê ez vê ji bo hilbijartina pêşwext pêk bê dikim.

Paşînyan dazanîn ku heta hilbijartina 20’ê Hezîranê ewê erkê xwe yê serokwezîrtiyê bidomîne.

25’ê Hezîranê Sererkanê Giştî yê Ermenistanê Onîk Gasparyan û fermandarên di asta jor de banga îstifaya Paşînyan kiribû.

Li dijî vê yekê Paşînyan jî fermandarê giştî ji erk girtibû û ev bang bi darbeyê pênase kiribû.

Lê serokomarê welat ji erkgirtina fermandar îmze nekiribû.

Vê yekê aloziya ku 10 Mijdara 2020’an ya li Ermenîstanê derketî kurtir kir.

Herî dawî 18’ê Adarê Serokwezîr Paşînyan ragihand ku wê 20’ê Hezîranê hilbijartina parlamentoyê pêk were.

Back to top button