Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê nivîskî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an şermezar kir û diyar kir ku êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûrî êrîşên li dijî Şengalê ne. TEV-DEM’ê bang li civaka Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe bi hêz bikin.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê têkildarî 5. salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî weşand .
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de şehîdên fermanê bibîr anîn û wiha got:
“5 sal di ser fermana3’ê tebaxê derbas bûn, tevî ku DAIŞ li ser erdê hatiye tunekirin jî.
Lê hîna dadgeheke navdewletî nehatiye avakirin û ew terorist û hevalbendên wan ku pişgiriya wan kirin nehatine darizandin.
Civaka êzîdî û her kesên ku li dijî DAIŞ`ê şer kirin li bendê ne ku ev dadgeh bê avakirin û kujerên fermana 73`an bêne eşkere kirin û darzandin.
TEV-DEM`ê bal kişand ser gefên dagirkeriya dewleta tirk li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî û wiha domand:
Ev gef li dijî Şengalê û gelê kurd e, armanca dewleta tirk ew e ku DAIŞ` carek din zindî bikin.
Lewma dagirkeriya Tirkiyê bi hevkariya hin aliyên Kurdan hwel didin rêveberên tevgera azadiyê li Şengal û Başûrê Kurdistanê reş bikin.
Lê civaka Êzîdî ne mîna berê ye, nih xwedî hêz û vîn e û dikare destkeftiyên xwe biparêze.
TEV-DEM`ê komkujiya Şengalê şermezar kir û bang li civaka Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe bi hêz bikin,
Û destfketiyên gelê Kurdistanê biaparêzin, teror û dagirkeriyê bi dawî bikin û rê li pêşiya ferman û komkujiyan bigirin.