Li Misir bûyera kuştineke lihevkirî ya jineke ji Parêzgeha El-Dqhliye ya bakurê Qahîra raya giştî ya Misrê hişyar kir, bûyera vê kuştinê em wekî wê tenê di Sînama û Filiman de dibînin.
Jina bi navê Îman Adil a 20 salî xwendekara Fakulteya Huner e û pitikeke wê bi temenê 9 mehî heye.
Ev jin rastî bûyereke hovane hat û di encamê lihevkirinekê de di mala xwe de hatiye kuştin.
Dema polîsan kamerayên Çavdêriyê lêkolîn kirin dîtin ku kesek çilê reş li xwe kiriye û bi navê Ehmed hat naskirin, derbasî mala Îman bûye û ew kuştiye.
Piştî lêkolînê hat diyar kirin ku Ehmed karkerek li cem hevjînê Îman ê bi navê Hisên ne û ji ber ku Hisên dixwest Îman berde û mafê wê nedê.
Ji ber vê, lihevkirineke bi karkerê xwe re çê kir û xwestin bûyera Namûsê pêk bînin, lê ji ber ku Îman li ber xwe daye ew kuştin.
Bûyera Kuştina Îman hêrseke mezin li cem gelê Misrê çêkir û bang hate kirin ku divê Hevjînê wê bê cezakirin, di derbarê vê yekê de li ser palberên civakê gel dest bi kampanyekê kirine.