ARYA EHMED: EM DIKARIN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DARIZÎNIN

Girtiyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser girtîne xeteriyek mezin li ser ewlehiya herêmên çedikin. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Arya Mela Mihemed diyar kir ku armanca gefên dewleta tirk ew e ku nefesê bide çeteyên DAIŞ’ê da ku bi hezaran DAIŞiyên li gel Rêveberiya xweser bide revandin û vegerîne Sûriyê û Iraqê.

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yekser banga avakirina dadgeha navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed destnîşan kir ku çareseriya tekane ji bo pêkanîna adaletê, darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Arya Mele Ehmed diyar kir ku ji bo avakirina dadgehê wan tu bersivek diyar ji civaka navdewletî negirt.

Lewma ew amade ne wan çeteyan li gorî sûcên ku kirine darzînin û tevahiya belgeyen ku sûcên wan isbat dikin kom bikin.

ARYA EHMED: JI BO DARIZANDINA DAIŞ’Ê, EM XWE DIXIN TEHLUKEYÊ, LÊ TIRKIYE HEWL DIDE WAN BIDE REVANDIN

Arya di nava axaftina xwe de balkişand li ser gefên dewleta tirk a dagirkre li herêmê û wiha got.

Tirkiyê hewl dide komkujiyên din der heqê gelê herêmê de pêk bîne.

Bi hewldanên ji bo êrîşkirina herêmê dixwaze bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê bide revandin û vegerîne Sûriyê û Iraqê.

Meclisa Giştî ya Adaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî di van demên dawîn de komîteyek ji bo nîqaşkirina karûbarên qanûnî girêdayî darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê ava kir.

Komîteyê bi aliyên derve re girêdayî giftogo dike , Komîteyê pêwîstiya darizandina çeteyan li herêmê tekez kir.

her wiha pêwîste naskirinek navdewletî bi dadgehê hebe.

Leave a Reply

Back to top button