Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star, Rûken Ehmed girîngiya xebatên dîplomasiyê û karê salekê ku hatî meşandin nirxand. Rûken got; ” Em dixwazin destkeftiyên jinan ên ku me bi dest xistine, bikin malê tevahî jinan.”
Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk (Dîplomasî) a Kongra Star Rûken Ehmed derbarê giringî û xebatên dîplomasî ya Kongra Star a di nava sala 2021’an de ajansa Jinnewsê re nirxandin kir.
Rûkenê bal kişand ser taybetmendiya û girîngiya dîplomasiya jinê wiha nirxand:
Di dema berê de Dîplomasî tenê têkiliya di navbera dewletan de bû, lê di sedsala 21’ê de ev yek hate guhertin.
Rêbaza ku îro bi rêya teknîk û tora civakê ve tê bikaranîn cîhan pir biçûk kiriye loma îro mirov digihêje her kesî.
Rûken Ehmed: Şoreşa rojava şoreşa guhertina hişmendiyê ye
Rûkenê bandora kar û xebatên dîplomasîyê ya li ser civak û derveyî welat wiha anî ziman;
“Şoşera Rojava bû şoreşa guhertina hişmendiyê. Me gelek jinên enternasyonalîst beşdarî şoreşa xwe kir û danasîna Şoreşa Rojava hat kirin. Jin bi şoreşê re di asta diplomasî, leşkerî, siyasî û civakî de gelek rolên mezin leyîstine û biryar bide.
Rûken Ehmed: Têkoşîna jinê ya li hemberî qirkirin û dagirkeriyê bilinde
Rûkenê diyar kir ku ew, pergala netewa demokratîk bingehê hemû karê xwe dibînin û diyar kir ku têkoşîna jinan ya li dijî qirkirin û dagirkeriyê di astek bilinde ye û got; Di pergala me de zagona jin û parastina mafê jinê heye.
Rûken Ehmed diyar kiyar kir têkiliya wan bi rêxistinên jinan ên cihanê re xwe dispêre diroka jinê û anî ziman ku jinên kurd ên mîna Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Sema Yuce û bi sedan jinên têkoşer xwe dispêrin dîroka dewlemend.
Rûken Ehmed: Projeya me ji bo tevahî jinên cihanê ye
Rûkenê diyar kir ku wan di nava salê de serdanên xwe yên herî dawî yên li Lubnan, Katalonya, Madrîd û Baskê kirine û di hemûyan de jî li ser rêbazên rêveberî, siyaset û jiyana wekveh niqaş hatine kirin.
Rûken Ehmed herî dawî diyar kir ku projeya wan ji bo tevahî civakê ye û wiha bi dawî kir:
“Em çiqas rêxistina jinan û gelê azadîxwaz di raya giştî de nîşan bidin em dikarin bêjin ku em dibin dengê wan.
Emê têkoşîan xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo,dawikirina dagirkerî, tundiyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî bidin meşandin.
Em dikarin bi pergala xwe guhertin û veguhertinê di nava civakê de bidin avakirin.”



