Konseya Ewropayê daxwaza azadiya Demîrtaş kir

Piştî birayara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Selahedîn Demîrtaş, Konseya Ewropayê jî daxwaza azadkirina Demîrtaş kir.

Raportorên Meclisa Parlementerên Konseya Ewropa (MPKE) a Tirkiye daxuyaniyek da û got:

“Divê tavilê Selahedîn Demîrtaş ji girtîgehê bê azadkirin û demek kin de li nava civakekî demokratîk karên xwe yên siyasî pêk bîne.”

Raportoran destnîşan kir ku Meclisa wan gelek caran aniye ziman ku cihê parlementeran ne girtîgehe, parlementoye.

Raportorên Meclisê diyar kir ku azadbûna Demîrtaş wê îşaretek girîng û bihêz be ku Tirkiye rêz ji biryaraên DMME’yê re digire.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê roja Sêşemê daxuyaniyek da bû û daxwaza azadiya Demîrtaş kiribû.

Back to top button