Sûcên çeteyên dewleta Tirk li gundewarê Til Temirê dewam dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dizî û talankirina malên sivîlan li  gundewarê Til Temirê yên dagirkirî, berdewam dikin.

Çavkaniyan ji herêmê diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hê jî mal û milkên sivîlên ku bi darê zorê ji gundên wan ên li ser rêya M4 li rojavayê navçeya Til Temirê koçber bûne, didizin û talan dikin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku malên sivîlan ên ku têne dizîn, li gundên Lîlan û El-Erbeîn ên li ser rêya M4 in.

Back to top button