PAJK’ê cejna vejînî hemû têkoşerên azadiyê pîroz kir

Koordînasyona PAJK’ê û Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyan salvegera 36’an ya Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozkirin.
Di daxuyaniyan de hate gotin,
15’ê Tebaxê ji bo pêkanîna jiyana azad a gelê Kurdistan, têkoşîneke şoreşgerî ye, berxwedana di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest pê kir, îro li çar parçeyên welat dewam dike.

PAJK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyeke da û diyar kir ku 15’ê Tebaxê ji bo pêkanîna jiyana azad a gelê Kurdistan û daxwazên wan, têkoşînekî şoreşgerî ye.

PAJK’ê cejna vejînê hemû berxêdêrêna azadiyê pîroz kir û diyar kir ku ev têkoşîna şoreşgerî teqez wê bisebikeve.

KJK: Rihê 15’ê Tebaxê îro li Heftanînê didome

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku fîşeka destpêkê hem li înkar, mêtingerî û qirkeriyê ket û got,

‘Îro gêrîlayên azadiyê li dijî nokerî, xayînan,dagirkeriyê li Heftenînê bi rihê 15’ê Tebaxê ji bo Kurdistaneke azad li berxwe dide.

Têkoşîna 36 salan nîşan da ku ev berxwedan wê teqez biser bikeve.”

KJK’ê bang li jinên Kurd ên li çar parçeyan kir ku bi Xeta Kurdên Azad re bibin yek û li pêşiya dagirkeriyê dîwarekî lê bikin.

Back to top button