Rêveberiya Xweser bi derman û amûrên tenduristiyê piştgiriya Komîteya Tenduristiyê ya kantona Dêrzorê kir.
Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê di çarçoveya ji nû ve sazkirina qada tenduristî li Dêrazorê xebata dimeşîne.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê Saêr El Girîd der barê hewldanên komîteyê de wiha axivî:
“Dermanên hatine belavkirin, antî-biyotîk, êşbir, lênêrîn, dermanên taybet ên nîştergeriyan, pêdiviyên taqîgehan in.
Em dixwazin barên welatiyan sivîk bikin û qada tenduristiyê pêş bixin.”
Rêveberê depoya dermanan a komîteyê, Ehmed Xeyrî jî eşkera kir ku derman li nexweşxaneya Sewr a bakurê Dêrazorê, nexweşxaneya El Besîra, Ebû Hemam a rojhilatê Dêrazorê hatine belavkirin.
Her wiha piştrast kir ku xebatên belavkirina dermanan li ser nexweşxane û navendên tenduristiyê yên kantonê berdewam in.