Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li dar xist.
Di civînê de xebatên sala 2023’an hate nîqaş kirin û ji bo sala nû pêşniyar û plansazî hatin diyar kirin.
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li dar xist.
Endama Desteya Seroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foze Yûsif jî dinavê de gelek koordînasyon û rêveberên jinan ên ji 7 kantonan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de xebatên sala 2023’an hate eşkere kirin û pêşniyariyên ji bo plansaziya sala nû hatin diyar kirin.
Piştî civînê encam name hat xwendin.
Hin xalên herî girîng ên encamnameyê wiha ye:
- Bilindkirin asta têkoşînê li hember hemû siyasetên li dijî jinan.
- Piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ).
- Têkbirina hemû cûreyên tundiya li ser mafên jinan.
- Çalakkirina rola jinan di karê siyasî û biryargehan de.
- Amadekirina hevpeymaneke taybet a jinan.
- Parastina zarokan.
- Peydakirina derfetên kar ji bo jinan.
- Destekdayîna tevgerên azadiya jinan ên li Efganistan, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û hemû tevgerên din.
- Damezirandina mecliseke parastinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salê li dar xist



