HRE: Li navçeya Şêra 3 çawîşên pispor yên artêşa Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan li navçeya Şera ya Efrînê li baregeheke artêşa Tirk xistine û di encamê de 3 çawişên pispor ên dewleta tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE”ê derbarê çalakiya xwe ya li navçeya Şêra ya Efrînê de daxuyaniyek nivîskî
da.

Hêzên Rizgariyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

29’ê Çileyê hêzên Rizgariyê li gundê Gobelê yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet pêk anî.

Di encama çalakiyê de 3 çawişên pispor ên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên herêma Şehba, navçeya Şêrawa û bajarokê Til Rifat bi dijwarî topbaran kir.

Di encamê de li bajarokê Til Rifatê zarokekê bi navê Nadir Ehmed yê 5 salî şehîd bû û zarokê bi navê Mihemed Hac Îsa birîndar bû.

Back to top button