Li Efxanistanê 16 leşker hatin kuştin 2 jî hatin girtin

Li Efxanistanê, kuştina 16 leşkerên atêşa welat li ser destê çekdarên Telibanî hat ragihandin.

Çavkaniyeke Ewlehiyê ragihand ku Pêncşemê li bajarê Xan Ebad yê girêdayî herêma Qendozê çekdarên Telibanî êrîşî nuqteyeke artêşa Efxanî kir.

Li gorî heman çavkaniyê, ji ber êrîşê,16 leşkrên Efxan hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, her wiha 2 hatin girtin.

Li bajarê Celel Ebad ê li bakurê welat jî, berdevkê serokê herêma Nangerhar diyar kir ku leşkerekî artêşê ji ber teqîna erebeya wan hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Back to top button