Eyn Îsa…Şervanên QSD’ê bersiva êrîşên çeteyan didin

Li ser Eyn Îsayê duh jî weke gelek rojên berî wê, dîsa êrîş hebûn. Bi taybet li ser gundê Mielek û Seyda ku tim dibin armanca dagikeran. Ev armanc jî ji ber berxwedana QSD’ê heta niha neçûne serî, ku herî dawî QSD’ê hewdaneke din a çeteyan a gihaştina rêya M4 têk bir.

Ajnasa nûçeyan ANHA’yê, dîmenekî ku hewldaneke din a çeteyan a gihaştina rêya M4 ji aliyê QSD’ê ve têk diçe, belav kir.

Di dîmen de ku hûn jî niha dibînin, xuya dibe çawa Hêzên Sûriya Demokratîk şevê din hewldana çeteyan a gihaştina rêya M4 dişopînin û têk dibin.

QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de, bersiva çavkaniyên êrîşan da.

Di dîmen de, rûxandina topavêjeke dewleta Tirk li derdorê Eyn Îsayê diyar dibe, ku tê texmînkirin topavêj ji “cureya 57’an” e.

Di du mehên êrîşan de, dewleta Tirk a dagirker 6 sivîl kirin qurban, 16 birîndar kirin û 165 cih jî bi mûşek û tankan topbaran kirin.

Back to top button