KON-MED bi daxuyaniyekê kiriyarê PDK’ê şermezar kirin

KON-MED’ê nerazîbûn nîşanî tifaqa PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û diyar kir ku hesabê van kiryaran hemûyan wê ji PDK’ê bê pirsîn.
KON-MED’ê bang li PDK’ê jî kir ku tavilê dest ji xeta xiyanetê berde.

Daxuyaniya KON-MED’ê bi vî rengî ye: “Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ev nîv sed sal in ji bo gelê Kurd her berdêl daye, li dijî dewletên Metinger berxwedana rûmetê didomîne.

Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd ku sîgortaya hemû destketiyên gelê Kurd e, di vî warî de her cûre berdêl daye û dide jî.

Têkiliyên qirêj ên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd e.

PDK’ê Di daxuyaniya xwe de piştgirî da dewleta Tirk a qirker û dagirker kir.

Elî Ewnî xwest ku rêveberên Tevgera Azadiyê bi balafirên bê mirov ji aliyê dewleta Tirk ve bên hedefgirtin.”

KON-MED’ê di dawiya daxuyaniya xwe de polîtîkayên PDK’ê şermezar ki û bang lê kir ku dawî li xiyaneta xwe berde.

KCDK-E: Elî Ewnî xeta xiyanetê ya PDK’ê rewa kir

Back to top button