Piştî xebatên bênavber, Meclisa Malbatên Şehîdan doh li taxa Miftî a Hesekê ji bo ciwanan stad ango lîstigeha werzîşê vekirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê di 1’ê Cotmeha 2022’yan de dest bi amadekirina stadekê li taxa Miftî ya bajêr kir.
Di vekirina stadê de, bi dehan şêniyên Hesekê, hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman, endamên saziyên sivîl, leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan hazir bûn.
Vekirina Stadê bi şêwazê şahiyê bi rêve çû, bi dehan şêniyên Hesekê û hemû saziya tevlê şahiyê bûn.
Di şahiyê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawî axivî û got:
“Em vekirina stadê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî şehîdan û ciwanan pîroz dikin.
Em hewl didin ku tevahî derfetan ji ciwanan re peyda bikin da ku hêviyên wan pêk bînin.”
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.



