“Divê koçberên Efrînê guh nedin plan û siyasetên qirêj”

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bang li koçberên Efrînê kir ku bibin yek û guh nedin siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ji ber ku armanca wan rewakirina dagirkirina Efrînê ye.

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê di 16’ê Tebaxê de pêngava serdana kamp û malên Şehbayê yên ku koçberên Efrînê tê de dimînin, dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên axivî û behsa serdana kampa Serdemê ya koçberên Efrînê û Şehbayê kir.

Melek El Hisên da zanîn ku ENKS’ê siyaset û planên qirêj dimeşîne

Di der barê pêngavê de Melek got:

“Ji bo redkirina van planan me hemleyek di 16’ê Tebaxê de dest pê kir.

Bi rêya serdana xwe, em dixwazin siyasetên li dijî gelê berxwedêr tên kirin eşkere bikin.

Pêngava me dê 15 rojan berdewam bike.

Melek bang li koçberên Efrînê kir ku bibin yek û guh nedin van planan û sozên ENKS’ê û destnîşan kir ku Efrîn wê rizgar bibe û şêniyên wê dê bi serbilindî lê vegerin.

Back to top button