Bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî êrîşên dewleta Tirk dewam dikin

Bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Şêniyên Kobanê bi meşekê êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kir.
Meclisa Kampa Berxwedan li şehbayê û şêniyên Amudê jî êrîş û bêdengiya hikumeta Iraq û PDK’ê şermezar kirin. Hat diyar kirin çawa ku dagirker li Garê têk çûn, wê dîsa têk biçin.

Êrîşên Dewleta Tirk a Dagirker li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 23’yê Nîsana ve didomîne.

Di dijî van êrîşan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyan de ne, bertek û helwesta xwe nîşan didin.

Bi vê armancê gelê kobanê meşek li darxist û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

ŞEHBA

Li Şehayê jî, bi dehan şêniyên Efrînê, endamên sazî û Meclisa Kampa Berxwedan bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk yên ser herêmên parastina Medyayê, Efrîn û Serê Kaniyê şermezar kirin.

Di daxuayniyê de hate destnîşankirin ji ber têkçûna Dewleta Tirk li herêmên Garê û Heftenîn, êrîşî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna dike û armanca wê dagirkirina giştî herêmê ye.

AMUDE

Şêniyên navçeya Amûdê jî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, şermezar kirin.

Şêniyan diyar kirin ku ev êrîş komployeke nû ya dewleta Tirk û hevalbendên wê ye û armanca wan qutkirina têkiliyan di navbera beşên Kurdistanê de ye.

Her weha tekez kirin ku wekî ku çawa hêzên gerîla dagirker li Garê têk birin, dê dîsa wan têk bibin.

Şêniyan banga yekitiya kurdî kir da ku li hember êrişên artêşa Tirk bisekinin, ji civaka navneteweyî jî hat xwestin ku êrişên li dijî Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinînine.

 

Back to top button