TEV-DEM: Çarşema Sor di aliyên netewî û olî de xwedî wateyeke mezin e

Sibe Çarşema Sor an ku Çarşema Serê Nîsanê ye, bi vê boneyê, TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê ev cejin li gelê Kurd û bi taybet li civaka Êzidî pîroz kir.

TEV-DEM’ê got:

Cejna Çarşema Sor di aliyên netewî û olî de xwedî wateyekî mezin e û mîna rêzdayîna dualî ya li ser bingeha wekhevî, edalet, nirxên cehwerî yên aştiyane û jiyana hevbeş e.

TEV-DEM’ê diyar kir ku, wê civaka Êzidî û tevahî Gelê Kurdistanê xwestek û hêviyên xwe yên jiyaneke birûmet û azad pêk bînin û dê kêfxweşiya xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re temam bikin.

TEV-DEM’ê her wiha teqez kir ku pêwîst e Rêveberiya Xweser a Şengalê di destûra Iraqê ya Federal de fermî bibe.

Back to top button