DYA:Ti tiliya me di vê êrîşê de tune ye

Piştî bûyera Kargeha Atomî ya Îranê Netenz, Wezîrê Karê Derve yê Îranê serdana Rûsya kir û soz da ku dê bersiva wan li dijî êrîşkaran giran be. Di heman demê de, Amarîka jî tawanbariya Tehranê red kir ku bi tu awayî têkiliya wan û bûyerê tune ye. 

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Zerîf ji Rûsyayê ragihand ku

“Pêwîst e Amarîka bizane ku êrîşa Netenz wê ziyanê bigihîne danûstendinên Viyana yên der barê bernameya Atomî de tê lidarxisitn.”

Bersiv ji Amerîkayê hat û li ser zimanê Berdevka xwe ya Koşka Spî Jane Psaki tawanbariya Îranê ji ser xwe da alî.

Jan teqez kir ku bi tu awayî têkiliya Amarîka bi bûyera duh a Kargeha Îranê ya Atomî Netenz tune ye.

Îran: Wê bersiva êrîşê pir giran be

Îran her wiha Îsraîl jî bi vê êrîşê tawanbar kiribû, li ser vê yekê Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Rebîyî tekez kir ku wê bersiva Îranê li ser xaka êrîşkeran pêk were.

Rebîyî got:

Gelek belgeyên me hene ku tiliya Îsraîlê di vê êrîşê de heye.

Hin saziyên çapemeniyê yên Îsraîlê duh ragihandibû ku MOSAD li paş êrîşa Netenz e.

Heta niha Til Ebîb tiştek negotiye, lê hêrsa Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz mukurhatineke veşartî ye.

Gantz ji ber van nûçeyan, duh berî xwe da dadgehê û doza lêpirsînkê ji bo van çalakiyên wan ên li dijî Îranê ku her û her bi dizî derdikevin, kir.

Back to top button