Artêşa dewleta tirk a dagirker rojane êrişên xwe li ser herêmê didomîne.Vê carê artêşa dagirker gundewarê navçeya Til Temir topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êvarê gundê Gozeliyê yê navçeya Til Temirê topbaran kirin.
Topbarana artêşa dagirker heta derengiya şevê domiya.
Artêşa dagirker gundên Tilrifat, Şehba, Şêrawa û Şera topbaran kir
Derveyî Til Temirê; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh şev gundên Soxanekê, Qentere, Meyase, Bûrcqas ên navçeya Şêrawa, gundên Şewarxe, Merenaz û Malikiyê yên navçeya Şêra û navenda navçeya Til Rifet û gundê Eyn Deqnê yên kantona Şehbayê jî topbaran kir.
Hate ragihandin artêşa Tirk a dagirker bi zêdetirî 200 topan deverên navborî kirin armanc.