Li stasyona eleketrîkê ya Dirbêsiyê şewat

Saziya Elektrîkê ya Navçeya Dirbêsiyê diyar kir ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê elektrîkê zêdeyî qaseya ku li ser hatiye lihevkirin didize, şewat li stasyona elektrîkê ya navçeyê pêk hat.

Doh, şewat li Stasyona Eleketrîkê ya Navçeya Dirbêsiyê derket, di encama şewatê de 4 tabloyên elektrîkê yên sereke ji xizmetê derketin û bi sedema wê elektrîk li Navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê qut bû.

Hevserokê Saziya elektrîkê ya Navçeya Dirbêsiyê Ezîz Slêman diyar ku sedema şewatê barê zêde ya li ser stasyonê bû, ji ber dewleta Tirk û çeteyên wê zêdetirî miqdarê ku li ser hatiye lihevkirin, didizin.

Slêman tekez kir ku bi navbênkariyeke Rûsan, hate lihevkirin ku Dewleta Tirk 5 megabayt ji elektirîka stasyonê bigire, lê Dewleta Tirk zêdetirî wê qaseyê digire û 7 megabayt didize û ji ber wê jî stasyon şewitî.

Ezîz Silêman tekez kir ku werşeyên pîşeyî yên girêdayî desteya enerjiyê dest bi sererastkirina stasyonê kirine da ku têkeve xizmetê.

Back to top button