Talîban herêma Bancawî xist kontrol kir

Duh Tevgera Talîban piştî şerê dijwar bi hêzên Efxanî re, Herêma Bancawî ya Wîlayeta Qendehar kontrol kir.

Şevê din çekdarên Talîbanê êrîşî herêma Bancowayî ya Qendehar ku wekî navenda Talîban tê nasîn, kir.

Di encama şerekî dijwar de tevgera Talîbanê herêm xist bin kontorla xwe.

Ji destpêka vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê li gelek aliyên welat di navbera çekdarên Efxanistan û çekdarên Talîban şerên dijwar rû didin.

Di vê dema ku vekişîna hêzên Amerîka ji Efxanistanê dewam e û tê payîn di 11`ê Êlonê de wê vekişîna xwe bi dawî bike, tevgera Talîban serweriya xwe zêde dike.

Tevgera Talîban dibêje çekdarên wê di çend hefteyên dawî de ji 400 wîlayetê 100 kontrol kirine.

Back to top button