Li Kerkûkê 9 stargeh hatin kontrolkirin

Li Kerkûkê, di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, 12 stargehên ku gelek çek û çebilxane tê de hebûn, hatin dîtin.

Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqî diyar kir ku duh êvarê, hêzên wan li Kerkûkê 9 satrgehên şaneyên DAIŞ’ê kontrol kirin.

Şaneyê her wiha ragihand ku di van stargehan de, 15 bombeyên destçêkirî, 3 tunel û 127 mûşek, hatin dîtin.

Jixwe duh jî, ajansa istixbarata Iraqê ragihandibû ku hêzên wan li heman parêzgehê, 6 çeteyên DAIŞ’ê girtibûn.

Back to top button