Di encama daxuyaniyên dijhev di navbera Libnan û welatên Kendava Erebî de, wezîrê karê derve yê Libnanê istîfa kir.
Wezîrê karê derve yê Libnanê Şerbil Wehbe istîfaya xwe ji bo serokkomarê Libnanê Mîşêl Ewin û serokê hikumeta birêvebirina karûbaran Hesan Diyab pêşkêş kir.
Li gorî Şerbil Wehbe ev istîfaya wî “di encama geşedanên dawî yên têkildarî daxuyaniyên dijhev navbera wî û welatên kendava Erebî” de derket holê.
Piştî istîfaya Wehbe, ji bo birêvebirina karên derve, wezîra parastinê ya Libnanê Zêna Ekir hat erkdarkirin.
Beriya niha û di hevdîtineke televizyonî de wezîrê karê derve yê Libnanê Şerbil Wehbe welatên Kendava Erebî bi piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê tawanbar kiribû.
Ev yek jî bûbû sedema derketina kirîzeke dîplomatîk di navbera Libnan û Welatên Kendavê de.