KARAYILAN: BILA KURD DESTÊN XWE DEYNIN SER WIJDANÊN XWE Û BIÇIN SER SENDOQAN

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, hilbijartinên heremî yên ku wê 23’ê Hezîranê li Stenbolê ji nû ve bên kirin nirxand.

Karayilan got:

“Eger wijdan bi were hebe hûn deng nadin Bînalî Yildirim.

Destê xwe deynin ser wijdanê xwe û AKP-MHP’ê careke din li Stenbolê têk bibin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, hilbijartinên heremî yên ku wê 23’ê Hezîranê li Stenbolê ji nû ve bên kirin ji ajansa Firatê re nirxand.

Karaylan derbarê giringiya hilbijartina Serokê şaredariya Stenbolê de axivî û wiha got:

“Ya rast hilbijartina Stenbolê veguheriye referandûmê. Kurd li Stenbolê hêza diyarker e. Em di serdema bilindbûn û azadbûna gelê Kurdistanê yê bindest de ne.”

MURAT KARAYILAN:
DIVÊ KURDÊN OLDAR ÊN STENBOLÊ DENGÊ XWE NEDIN ZALIMAN

Karayilan ji bo derbeke xurt li dagirkeriyê were xistin ev bang kir:

Ez bang li Kurdên hêja yên Misilman ên oldar û yên rast dikim. Dibe ku heta niha hûn nêzî AKP’ê bûn, dibe ku hûn ne CHP’î, ne HDP’î ne, lê belê rewşeke cuda heye. Bînalî Yildirim bi xwe bi rengekî vekirî mikur hat. Di rewşeke wiha de eger yek dixwaze mîna Efrînê li Kobanê jî qirkirin pêk were hingî dikare dengê xwe bide Bînalî Yildirim. Dengdana ji bo wan tê wateya hevkariya van komkujiyan. Destê xwe deynin ser wijdanê xwe û AKP-MHP’ê careke din li Stenbolê têk bibin.

Leave a Reply

Back to top button