ŞERVANÊ QSD’Ê KEMAL EL-HIWÊRÎ LI ŞEDADÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Şervanê QSD`ê Kemal El-Hiwêyrî bi nasnav Diyar li Dêrazorê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî El-Nicûm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogana de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button