Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan gotarek bi sernavê “Berxwedan bi ser dixe” weşand û nirxandinên girîng anîn ziman.
Dûran Kalkan di nirxandinên xwe de got: “Em ê bi hêztir têbikoşin û mezintir bi ser bikevin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi gotarekê di malpera PKK’ê de geşedanên dawîn nirxandin.
Nirxandinên Dûran Kalkan wiha ne:
“Em bi rejîmeke ku ji serî heta binî bi şerê taybet ê faşîst re hatiye çekdarkirin re rû bi rû ne.
Ji 7 salî heta 70 salî civak 24 saetan bi êrîşa şerê taybet a faşîst a topyekûnê re rû bi rû dimînin.
Dûran Kalkan: Têkoşîna herî dijwar û kûr li Îmraliyê tê meşandin
Dûran Kalkan wiha bahsa sîstema tecrîda Îmraliyê kir:
“Divê neyê jibîrkirin ku Îmralî cihê ku herî zêde şer bi tundî û dijwarî lê tê meşandine.
24 saetên rojê di her kêliya rojê de êrîşên şerê taybet ê faşîst-qirker û şerê psîkolojîk heye.
Li dijî van êrîşan hemû jiyan weke berxwedanê pêk tê.
Têkoşîna herî dijwar û kûr li Îmraliyê tê meşandin.”
Dûran Kalkan: Rêber Apo ji bo armancek mezin li ber xwe dide
Dûran Kalkan di nirxandinên xwe de li dijî pergala tecrîdê berxwedana Rêber Apo wiha anî ziman:
“Divê her kes vê rastiyê baş zanibe: Rêber Apo ku 25 sal in li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê li ber xwe dide, ji bo li wir baş bijî van tiştan nake.
Li wir 24 saetan zilm, êşkence, zext, serdestiya madî û manewî heye.
Lê Rêber Apo ji bo armanceke mezin li ber xwe dide.”
Dûran Kalkan: Êşkence û tecrîda girankirî ya Îmraliyê li ser her kesî tê meşandin
Dûran Kalkan di nirxandinê xwe de diyar kir ku hemû civak di nava tecrîdê de ye û got:
“Divê bê zanîn ku Îşkence û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, Îşkence û tecrîda girankirî ya ku li ser her kesî tê meşandine.
Hemû zext, zilm û îstîsmar bi hebûna pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê pêk tê.
Wê demê rêya rizgariya ji van hemûyan jî têkoşîna li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê ye.”
Dûran Kalkan: Divê em têkoşîna xwe bi şêwazê afirîner bimeşînin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan herî dawî ew bang kir:
“Divê em têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi feraset û şêwazeke afirînertir bimeşînin.
Teqez em ê di sala 2024’an de encameke ku tecrîdê bişkîne, faşîzmê têk bibe, biafirînin.
Em ê bi hêztir têbikoşin û mezintir bi ser bikevin.”



