Iraq: Wê heta hezîranê tevahî kampên koçberan bên girtin

Rêveberiya Iraqê bi biryare ku heta 6 mehan kampên koçberan yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê bigre.
Kesên ji cihê xwe koçber bûne jî vegerînin ser malên wan.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ev plana wan wê heta dawiya Hezîranê bi dawî bibe.

Iraq ya ku veguherîbû kampên koçberan hewil dide xwe ji vê yekê xelas bike.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê 170 kampên koçberan hebûn.

Piraniya wan kampan hatin girtin û koçber vegeriyane ser malên xwe.

Niha jî tenê 26 kamp mane.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê derbarê mijarê daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniyê Iraqê pilan kiriye ku hemû kampên koçberan bigre.

Bi armanca bi dawîkirina dosya koçberan û girtina kampan, bi biryara desteya wezîran wê heta dawiya meha Hezîrana îsal ev gav wê bi dawî bibe.

Bi vê re wê hemû kampên koçberan werin girtin û koçber vegerin ser cih û warên xwe.

Wezaretê diyarkir li gor biryara hejmar 23466 a sala 2023’yan a desteya wezîran, wê alîkarî bi hemû koçberên vegerin re were kirin.

Her wiha hat gotin, wê bi hemahengî li gel Hikûmeta Herêmê komîsyonên tendirustî û perwerdeyê werin avakirin.

Di meha Kanûna 2023’yan de jî Wezaretê ragihandibû ku ji ber vegera tevayî koçberên di kampa Erbet a girêdayî Silêmaniyê de, kampa Erbetê hat girtin û ti koçberek li nav kampê de nemaye.

Di meha Gulana 2023’yan de jî Wezaretê ragihandibû, 26 kamp li Herêma Başûrê Kurdistanê hene.

23 hezar malbatên koçber di van kampan de dimînin û wê di sala 2024’an de tevayî kampên koçberan werin girtin.

Back to top button