Êrişên li dijî baregehên Koalisyona Navneteweyî ên li Sûriyê zêde dibin.
2 balafirên bêmirov ên biçek êrişî baregeha Tenef ya li ser sînorê Sûrî-Iraq û Urdunê kirin.
Balafirên Rusyayê jî herêma bêçek bombebaran kir.
Di êrişa hêzên hikumeta Şamê de jî li Laziqiyê, çeteyek hate kuştin.
Vê sibê 2 balafirên bêmirov ên biçek êrişî baregeha Tenf ya li ser sînorê Sûrî-Iraq û Urdunê kirin.
Heta niha tu agahî li ser êrişê nehatiye bidestxistin.
Şevê din jî derdora balafirgeha Xerab Cîr a li navçeya Til Koçerê ya li kantona Qamişloyê hat topbarankirin.
Muqaweme El Îslamiye ya Iraqiye bi daxuyaniyekê êriş girtin ser xwe.
Beriya 2 rojan jî balafirên Amerîkî depoyên çekan yên Îranê li Dêrazorê bombebaran kir.
Amerîka: Emê li Sûrî û Iraqê pergala parastina hewayî bi hêz bikin
Ji ber van êrişan Amerîka eşkere kir ku ew ê 10 sîstemên parastina hewayî li Iraq, Sûriye û Welatên Kendavê bicih bike.
Li herêma bêçek şer-Çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin
Li aliyê din, li herêma bêçek, balafirên şer yên Rusyayê 7 êrişên ezmanî pêk anî.
Xalên komên çete yên li Idlib û Laziqiyê bûn armanca êrişan.
Li xetên şer yên li gundewarên Laziqiyê jî çeteyekî Heyet Thrîr El-Şam di topbarana hêzên hikumeta Şamê de, hate kuştin.