Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol li Qamişlo dest pê kir

Pêşangeha 7′an a Şehîd Herekol a Pirtûkan bi beşdariya 60 weşanxane û saziyên çandê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê, welatên Afrîka, Ewropa û Asyayê dest pê kir.
Li Reqayê jî Tevgera Hîlala Zêrîn Pêşangeha Wêneyan li dar xist.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Xwendin ronahî ye” dest pêkir.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê hatiye rêxistinkirin.

Deriyê pêşangehê dayika şehîd Herekol, Xedîce Şawîş vekir.

Di pêşangehê de 140 hezar pirtûk tên pêşkêşkirin.

Zimanên pirtûkên hatine pêşkêşkirin bi giştî kurdî (kurmancî, soranî û kirmanckî), erebî, farisî, tirkî, fransî û îngilîzî ne.

Rojnemevan û nivîskar Fatma Murad jî bi pirtûka xwe ya bi navê “Xwe li ser kirin” beşdarî pêşengehê bû.

Fatma diyar kir ku naveroka pirtûka wê li ser têkoşîna jiyanî ya civakê bi taybetî di mijarê hevaltî, heskirin û hêza cewherî ye.

Li Reqayê Tevgera Hîlala Zêrîn pêşengeha wêneyan li dar xist

Tevgera Hîlala Zêrîn jî bi durişmeya ” Şoreşa jinê bi Hunerê pêş dikeve” Pêşangeha Wêneyan li hola Bistan a Reqayê li darxist.

Endama tevgerê Îman Ebûd li ser giringiya hunerê axivî û got:

“Ji ber ku jinê roleke mezin di şoreşan de lîstiye li hemberî tundiya li dijî jinan û şoreşa rojava ku bi fikir û felsefeya rêber Apo pêk hat me vê çalakiyê li darxist.”

Îman diyarkir ku wê pêşengeh 4 rojan bidome, sibe li Tebqa û piştre li Minbic û Kobanê bê lidarxistin.

Back to top button