Donald Trump: Eger Iraq dixwaze em vekişin, bila pereyên me bide

Serokê Amerîka Donald Trump, şertê vekişîna hêzên xwe ji Iraqê bi lêçûnên ku welatê wî li wir daye ve girê da.

Trump di hevpeyvînekê li gel kenala Foxnews de got, “ger hûn daxwaza derketina hêzên Amerîkî ji Iraqê dikin, ez ji we re dibêjim divê hûn pereyên me yên me li Iraqê xerc kirine bidin.

Berî niha jî, Iraqê bi fermî daxwaz kir ku, Amerîka komîteyek ji bo kordînekirina vekişîna xwe bişîne Iraqê.

Lê belê Wezareta Derve ya Emerîkayê ev daxwaz qebûl nekir û ragihand ku ev ne cihê nîqaşê ye.

Piştî aloziya navbera Îran û Amerîka kûr bû, Perlemana Iraqê xwest ku Koalîsyona navdewletî xwe vekişîne.

Ya dawî jî, operasyonên xwe yên li dijî rawestand.

Leave a Reply

Back to top button