Îranê: Bi şaştî balafir Ukranî ji aliyê hêzên me ket xwarê

Piştî gumanên li ser ketina balafira Ukraynayê, Îranê li xwe mikur hat ku balafir ji aliyê wan ve hatiye xistin.
Fermandariya Giştî ya Îranê diyar kir ku hêzên wan balafir bi şaşîtî xistine.
Rayedarên Îranê ji ber bûyerê lêborîn xwestin.

Fermandariya Giştî ya Îranê bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku balafira rêwiyan a Ukraynayê ku roja çarşamê ketibû xware, ji aliyê hêzên wan ve hatiye xistin.

Fermandariyê diyar kir ku di dema êrîşa li dijî baregehên Emerîka yê li Iraqê de, ji ber balafir ji cihekî leşkerî yê girîng derbas dibû, ji aliyê pergala parastinê ya hewayî ve bi şaşîtî hatiye xistin.

Fermandariyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane lêborîn xwest û diyar kir ku wê ji berpirsyarên bûyerê hesab bipirsin.

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî ê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî ji ber bûyerê lêborîna xwestin.

Rayedarên Îranê soz dan ku ew ê lêpirsîna xwe ya der barê bûyerê de bidomînin û berpirsyaran ceza bikin.

Piştî mikurhatina Iranê hin bertek der ketin, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau daxwaza cezakirina berpirsên xistina balafirê kir.

Serokê Ukrayna: Divê Îran lîborînê bixwaze û qerebû bike

Serokê Ukrayna jî lêborîneke giştî ji Îranê xwest û daxwaza qerebûyê kir.

8’ê Çileyê balafrieke Ukraynî li ser asîmanî Îranê ketibû xwarê û 176 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Leave a Reply

Back to top button