Eyşa Hiso: Newroz, cejna vejînê ye ku rastî hewldanên tunekirinê tê

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Newrozê pîroz kir û pêkşetinên şoreşa Rojava bi şoreşa Kawa Hesinkar a li dijî zulmê ve girê da.
Siyasetmedaran banga pîrozkirina Newrozê bi ruhê yekîtiya dîrokî, ku pêkhateyên herêmê li hemberî zulm û zordariyê kir yek, kir.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûrî banga pîrozkirina Newrozê bi rihê yekîtiya dîrokî kir, ku pêkhateyên herêmê li hemberî zulm û zordariyê kir yek..

Hevseroka PYD’ê Eyşa Hiso îşaret bi hedefgirtina pergalên serdest ji cejnên dîrokî re kir û da xuyakirin ku 18ê Adara 2018an dewleta Tirk Efrînê dagir kir, tişta yekemîn kiriye jî ew e ku bi hişmendiya faşîst a Erdogan peykarê Kawayê Hesinkar şikand û hewl dide agirê Newrozê vemirîne.

Eyşa Hiso: Li Efrînê wê bi kê re cejna Newrozê pîroz bikin!

Têkildarî îdiayên ku çeteyan ENKS’ê vexwendiye da ku cejna Newrozê li Efrîna dagirkirî pîroz bike, Eyşe vê pirsê dike?

Hikmet Hebîb: Divê em yekîtiya xwe li dijî zulm û zordestiyê ava bikin

Cîgirê Seroka Desteya Rêveber a MSDê Hikmet Hebîb jî cejna Newrozê pîroz kir û pêkşetinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet şoreşa Rojava bi şoreşa Kawa Hesinkar li dijî zulmê ve girê da.

Hebîb banga yekîtiyê kir û got:

“Yekitî ji bo domandina têkoşînê di xendeqa mirovahiyê de pêwîst e da ku bigihêje demokratiyeke rastîn.

Divê em haj ji şerê taybet hebin ku pergalên serdest bi armanca derxistina tevliheviyê di navbera gelan de bi kar tînin.”

Senherîb Bersûm: Cejnên me, dîrok û erdnîgariyê dikin yek

Her wiha Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senharîb Bersûm jî Newrozê pîroz kir û ev bang kir:

“Peyama me di van boneyan de Newroz, piştre Iklayto û piştre cejna Êzidiyan ew e ku ev cejn bibin cejna hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Sûriyê. Ji ber ku ew me dike yek, vê dîrok û erdnîgariyê dike yek.”

Back to top button